Santralên nukleerî yên Fransayê welatên cîran dixin nava fikaran
Di navbera Elmanya ku dixwaze heta sala 2022'an hemû santralên xwe yên nukleerî bigire, Swîsre û Fransayê de nîqaşa li ser mijara nukleerê mezin dibe.
Di navbera Elmanya ku dixwaze heta sala 2022'an hemû santralên xwe yên nukleerî bigire, Swîsre û Fransayê de nîqaşa li ser mijara nukleerê mezin dibe.
Di navbera Elmanya ku dixwaze heta sala 2022'an hemû santralên xwe yên nukleerî bigire, Swîsre û Fransayê de nîqaşa li ser mijara nukleerê mezin dibe. Ji Fransayê tê xwestin, santralên nukleerî yên kevin ên li ser sînor bigire.
Wezîra Hawirdorê Barbara Hendrîcks diyar kir, Santrala Nukleerê ya Fessenheîm a li herêma Alsace 'gelekî kevn e' û ji bo rê li ber xeteriyan veneke divê bi lezgînî were girtin. Berdevkekî wezaretê li ser navê Hendrîcks daxuyaniyek da û hişyarî dak u ji ber kevnbûna reaktorên li santralê, xeteriyeke gelekî mezin a ewlekariyê heye.
Berdevk ragihand, Ajansa Ewlekariya Nukleerê ya Fransayê (ASN) di bersiva daye wan de gotiye, "Ji bo girtina santrala Fessenheîmê, ji aliyê ewlekariya nukleerê ve ti sedem nîne."
Santrala Fessenheîmê ya di sala 1970 de hat çêkirin û ji sala 1978'an û vir ve tê xebitandin, li ser sînorê eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê ye. Di nûçeyeke duh a li rojnameya Suddeutsche Zeîtûng de hat îdîakirin, ku kêmasiyek di sala 2014'an de li reaktoreke vê santralê rû da, berevajî daxuyaniya rayedarên Fransayê, gelekî xetere bû.
Santraleke din a rê li ber nerazîbûna Elmanyayê vedike jî santrala nukleerê ya Cattenom e, ku li sêgoşeya Luksembûrg-Elmanya-Fransayê cih digire. Santrala di sala 1979'an de hat çêkirin û di sala 1986'an de dest bi hilberînê kir, tê gotin gelek ekîpmanên xwe yên teknîkî di rewşeke nikare bên xebitandin de ne.
Balkêş e nerazîbûna li hemberî santralên Fessenheîm û Cattenomê, beriya hilbijartinên 13'ê Adarê yên eyaletên Baden-Wurttemberg û Rheînland-Pfalzê ket rojevê. Hevparê mezin ê koalîsyona Baden-Wurttembergê partiya Keskan hewl dide hilbijêrên dijberê nukleerê bixe nava tevgerê.
Santrala Nukleerê Bûgey a li wîlayeta Aîn a Fransayê jî rastî nerazîbûna Swîsreyê tê. Santrala ku ji sala 1972'an û vir ve tê xebitandin, ji ber ku gelekî kevn e, Swîsre bi fikar e zerarê lê bike.
Hatibû hînbûn ku Wezîra Hawirdorê ya Fransayê Segolene Royal plan dike dema bikaranîna santralên nukleerê ji 40 salan bikin 50 sal.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, soz da bû ku Santrala Nukleerî Fessenheîm a dma bikaranîna wê di Gulana 2017'an de diqede, bê girtin. Lê belê Wezîra Hawirdorê ragihandibû, ku ew plan dikin dema bikaranîna santralê heta sala 2018'an dirêj bikin.