Erka bikaranîna çekê ya hêzên ewlekariya Fransayê hat berfirehkirin

Di dengdayîna li Meclîsa Fransayê de, erka bikaranîna çekan a li derveyî rewşa parastina rewa dide hêzên ewlekariyê, hat erêkirin.

Di dengdayîna li Meclîsa Fransayê de, erka bikaranîna çekan a li derveyî rewşa parastina rewa dide hêzên ewlekariyê, hat erêkirin.

Li gorî qanûna ku piştî êrîşa 13'ê Mijdarê ya li Parîsê ket rojevê, hêzên ewlekariyê wê di rewşa 'mecbûriyeta misgorî' de karibin çekê bi kar bînin. Li gorî vê yekê li hemberî sûcdarê çekê bi kar tîne û dibe ku ji nû ve guleyê berdin, wê çek were bikaranîn.

Hêzên ewlekariyê yên Fransayê heta roja îro, dema gule lê bihata reşandin, hingî dikarîbûn di çarçoveya parastina rewa de çekê bi kar bînin.

Ev xala qanûnî ya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê ji Partiya Sosyalîst (PS) Bernard Cazeneûve ve hat amadekirin, ji aliyê hin partiyên çep ve dihat rexnekirin. Wezîrê Karên Hundir Cazeneûve destnîşan kir ku ev xala qanûnê 'erka kuştinê' nîne.

Mînak; bi vê xalê re wê gule li dizekî piştî cînayetê reviya gule neyê reşandin. Eger ev kes ji bo kuştinê careke din bixwaze çekê bi kar bîne, hingî wê hêzên ewlekariyê karibin guleyê berdin wî.