Rêjeya bêkariya li YE kêm dibe
Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (YE) Eurostat ve hatin weşandin, ji meha Çileyê û pê ve rêjeya bêkariyê li gorî meha Kanûnê 163 hezar kêm bû û daket 21 mîlyon 789 hezarî.
Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (YE) Eurostat ve hatin weşandin, ji meha Çileyê û pê ve rêjeya bêkariyê li gorî meha Kanûnê 163 hezar kêm bû û daket 21 mîlyon 789 hezarî.
Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (YE) Eurostat ve hatin weşandin, ji meha Çileyê û pê ve rêjeya bêkariyê li gorî meha Kanûnê 163 hezar kêm bû û daket 21 mîlyon 789 hezarî. Li Herêma Euro jî ku 19 welat endamên wê ne, hejmara bêkaran li gorî meha Kanûnê 105 hezar kêm bû û daket 16 mîlyon 647 hezar kesî.
Li gelemperiya Yekîtiya Ewropa ya ji 28 endaman, li gorî Çileya 2015'an hejmara bêkaran 2 mîlyon 34 hezar kêm bû û li Herêma Euro li gorî par 1 mîlyon 445 hezar kêm bû.
Rêjeya bêkariya li derveyî bandorên demsalî, li gelemperiya Ewropayê ji sedî 10,3, li gorî meha Kanûnê bi rêjeya ji sedî 0,1 kêm bû. Li Herêma Euro ev bû ji sedî 11,3.
Di nava welatên Yekîtiya Ewropayê de rêjeya herî kêm a bêkariyê bi 4,3 re Elmanya ye. Piştre bi rêjeya 4,5 Komara Çek, ji sedî 5,1 jî Malta û Brîtanya Mezin e.
Rêjeya herî bilind a bêkariyê jî Yewnanîstan e, ku ji sedî 24,6 e. Piştre bi rêjeya ji sedî 20,5 re Spanya ye.
Di rêjeya bêkariyê de di navbera Kanûn û Çileyê de Estonya stabîl ma. Li Lîtvanya, Awûstûrya û Fînlandiyayê ji sedî 0,3 heta 0,7 zêd ebû. Li 24 welatên mayî jî kêm bû.
Li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê, 4 mîlyon 434 hezar ciwanên kêmî 25 salî ne, bêkar in. Li Herêma Euro jî hejmara ciwanên bêkar 3 mîlyon 37 hezar e.
Welatên ku ciwanên bêkar lê kêm in, bi rêjeya ji sedî 7,1 Elmanya, ji sedî 11'an Komara Çekê û ji sedî 11,1 Danîmarka ne.
Di mijara bêkariya ciwanan de bi rêjeya ji sedî 48'an re Yewnanîstan di rêza yekemîn, Spanya bi rêjeya 45 û Xirvatîstan jî bi rêjeya ji sedî 44,1 re di rêzên destpêkê de cih digirin. Li Îtalyayê ji sedî 39,3 ê ciwanên kêmî 25 salî, bêkar in.