Sûcên êrîşa zayendî yên leşkerên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 2015'an de 69 leşkerên di bin navê Hêza Aştiyê de wezîfeyê dikin, ji ber êrîşa zayendî hatine sûcdarkirin.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 2015'an de 69 leşkerên di bin navê Hêza Aştiyê de wezîfeyê dikin, ji ber êrîşa zayendî hatine sûcdarkirin.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 2015'an de 69 leşkerên di bin navê Hêza Aştiyê de wezîfeyê dikin, ji ber êrîşa zayendî hatine sûcdarkirin. 22 ji qurbaniyên van êrîşên zayendî jî zarok in.
Li gorî rapora NY, hejmara êrîşên zayendî, ku di sala 2014'an de 52 bû, zêde bûye û leşkerên ev sûc kirine ji 21 welatên cuda tên.
Di raporê de hat ragihandin, ku leşkerên tên sûcdarkirin bi giranî ji welatên Afrîkayê ne. Her wiha hin polîsên ji Elmanya û Kanadayê jî di nava van sûcdaran de hene.
Piraniya ev sûcên êrîşên zayendî yên bi giranî li hemberî zarokan hatine kirin, ji aliyê leşkerên li nava mîsyona Monûsco ya li Mînûsca û Komara Kongo ya Demokratîk wezîfedar in, hatine kirin.
Balkêş e li hemberî leşkerên Hêza Aştiyê ya NY, ji ber van sûcên kirine tiştek nehatiye kirin. Leşkerên ev sûc kirine, divê li welatên xwe bên darizandin. Lê belê saziyên mafên mirovan rexneyan dikin ku di vê mijarê de ti gav nehatiye avêtin.