Lêkolîna li ser xeteriyên homeopatî
Li Awûstralyayê, raporek li ser xeteriyên rêbaza homeopatî ku di dermankirina nexweşiyan de tê bikaranîn, hat weşandin.
Li Awûstralyayê, raporek li ser xeteriyên rêbaza homeopatî ku di dermankirina nexweşiyan de tê bikaranîn, hat weşandin.
Li Awûstralyayê, raporek li ser xeteriyên rêbaza homeopatî ku di dermankirina nexweşiyan de tê bikaranîn, hat weşandin. Di raporê de 176 lêkolînên cuda yên têkildarî rêbaza homeopatî hatin nirxandin û hat destnîşankirin, ku ev rêbaz hin caran dikare xetere be.
Di encama karê heyeta pisporan a ji aliyê Konseya Lêkolînên Tibî û Tenduristiyê ya Neteweyî (NHMRC) ve hat wezîfedarkirin, tevî bandora plasebo ya tedawiya homeopatî, di hin rewşan de dikare rê li ber xeteriyên jiyanî jî veke.
Serokê heyeta pisporan Paûl Glaszîoû da xuyakirin, ku li ser nexweşiyên cuda 176 lêkolîn hatine kirin. Glaszîoû diyar kir, di van lêkolînan de wan ti delîl û tespît nedîtine ku rêbaza homeopatî di tedawiyan de bi bandor be.
Di lêkolîna heyeta NHMRC de hat ragihandin, yên li şûna rêbazên tedawiya konvansiyonel radibin weke alternatîf homeopatî derdixînin pêş, xwe dixin nava xeteriyê.