Olîmpiyadên Rîo û Tokyo ketine ber lêpirsînê

Piştî skandalên bertîlê yên li nava FIFA û UEFA, niha jî îdîayên têkildarî bertîl û fena li ser diyarkirina bajarên olîmpiyad lê bê lidarxistin, lêpirsîn tê meşandin.

Piştî skandalên bertîlê yên li nava FIFA û UEFA, niha jî îdîayên têkildarî bertîl û fena li ser diyarkirina bajarên olîmpiyad lê bê lidarxistin, lêpirsîn tê meşandin.

Li gorî nûçeyeke rojnameya The Guardian, dozgerên Fransayî têkildarî olîmpiyadên 2016 û 2020 ên Federasyona Atletîzmê ya Navneteweyî (IAAF) lêpirsîn vekirine. Li gorî îdîayê, tevî Serokê berê yê IAAF Lamîne Dîack ku beriyaniha lêpirsîn li hemberî wî hatibû vekirin, ji bo were tespîtkirin ku di mijara diyarkirina cihê olîmpiyadên li Rîo û Tokyo de fen hatiye kirin an na, lêkolîn tê kirin.

Ev lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Malî ya Neteweyî ya Fransayê (PNF) ve tê meşandin, tê gotin ku di rewşa heyî de bi tenê ji bo 'lêkolînkirina dibetiya fenê' tê meşandin.

Der barê Serokê berê IAAF Lamîne Dîack de di meha Mijdarê de ji ber îdîayên bertîlê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Tevî Dîack navê kurê wî Papa Massata Dîack ku yek ji şêwirmendê berê yê IAAF bû, di lêpirsînê de derbas dibe.

Di sala 2009'an de biryar hatibû girtin Olîmiyadên îsal li bajarê Brezîlya Rîo û di sala 2013'an de jî biryar hatibû dayîn Olîmpiyadên 2020'an li Tokyoyê bên lidarxistin. Lê belê tê îdîakirin ku Serokê berê yê IAAF Lamîne Dîack beriya niha xwestibû olîmpiyaden 2020'an li Stenbolê bê kirin û piştî ku şîrketeke Japon îhaleyeke mezintir pêşkêş kir, dev ji vê daxwaza xwe berdaye.

Têkildarî kurê Serokê berê yê IAAF Papa Massata Dîack de li Fransayê bi rêya Interpolê biryara lêgerînê hatibû derxistin.