Fransa bi gumana çûne Sûriyeyê li du keçan digere
Li Fransayê cara yekemîn wêneyên du keçên ku bi guman e çûne Sûriyeyê weşand. Jendermeyan ji bo dîtina Loûîsa û Îsraê yên 15 û 16 salî, li tevahiya welêt dest bi lêgerînê kirin.

Di daxuyaniya Jendermeyên Fransayê de hat ragihandin, du keçên 15 û 16 salî, dibe ku ji bo tevlî nava komên çete yên Îslamî yên tund bibin ji holê winda bûne. Cara yekemîn wêneyên kesên bi gumana tevlî nava komên tund bûne, hat weşandin.
Li gorî agahiyên ji aliyê jenderme û dozgeriyê ve hatin dayîn, her du keç roja Înê ji Lîseya Carîllons a li komuna Seynodê ji nişka ve ji holê winda bûn. Bejna yek ji van keçan 1,70 metre ye, ya din jî 1,79 e.
Tê texmînkirin ku her du zarokên keç roja Înê bi tenê ji bajarê Chambery çûne Parîsê. Ji mirovên ev zarok dîtine û bibîne tê xwestin li vê nûmaraya telefonê 04 50 24 52 40 bigerin.