Monarşiyên Kendavê, Hîzbûllah a Lubnanê weke 'terorîst' îlan kirin

Konseya Hevkariya Welatên Ereb ên Kendavê, tevgera Şîa ya Lubnanê Hîzbûllan weke 'rêxistina terorê' îlan kirin.

Sekreterê Konseya Abdullatîf Zayanî da xuyakirin, ku ji ber Hîzbûllah 'çalakiyên xwe yên dijminane' dewam dike û 'ji bo çalakiyên terorîstî pêk bîne ciwanên ji Kendavê dikişîne nava xwe' wan ev biryar girtine.

Konseya Hevkariya Welatên Ereb ên Kendavê ji welatên Bahreyn, Qûweyt, Ûmman, Qatar, Erebîstana Siûdî û Emaretên Ereb ên Yekbûyî pêk tê.

Di demeke ku aloziya di navbera du hevrikên herêmî Îran û Erebîstana Siûdî zêde bûye de, Hîzbûllah weke 'rêxistina terorîst' hat îlankirin.

Erebîstana Siûdî Hîzbûllah ji xwe re kir hincet û nerazîbûna xwe ya li hemberî Lubnanê di dema dawî de dijwar kir. Qraliyeta Siûdî ji hemû welatiyên xwe xwest Lubnanê biterikînin, neçin vî welatî û alîkariya ji 3 mîlyar dolarî ya dide hêzên ewlekariyê yên Lubnanê betal kir.

Lîderê Hîzbûllaha Lubnanê Hasan Nasrallah 1'ê Adarê roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir, divê Riyad ji ber nakokiyên xwe yên bi Hîzbûllahê re, gelê Lubnanê bi awayekî giştî ceza neke.

Erebîstana Siûdî bi taybetî li Sûriye û Yemenê li hemberî eniya Şîna şerekî îdeolojîk û serdestiyê dimeşîne. Yemen ji Adara 2015'an û vir ve ji aliyê Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdiyan ve tê bombekirin. Di hedefê de jî Hûsiyên Şîa yên destekê ji Îranê dibînin, hene. Li Sûriyeyê jî rêveberiya Riyadê ji bo têkbirina rejîma Esad bi her awayî destekê dide komên çekdar. Tehran û tevgera Hîzbûllah jî piştgiriyê didin Esad.