Ji bo şopandina bûyer û qewimînên hawirdorê satalayt hat şandin
Satalayta bi navê Sentînel-3A a di çarçoveya projeya Copernîcê de ji aliyê Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) ve hat çêkirin, ji Baregeha Fezayê ya Plesetsk a Rûsyayê hat şandin.
Satalayta bi navê Sentînel-3A a di çarçoveya projeya Copernîcê de ji aliyê Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) ve hat çêkirin, ji Baregeha Fezayê ya Plesetsk a Rûsyayê hat şandin.
Ev satalayt wê li bilindahiya 815 kîlometre ji ser rûyê erdê, wezîfeya xwe bike. Di sala 2017'an de jî wê satalayta bi navê Sentînel-3B were şandin.
Satalaytên Sentînel-3A û Sentînel-3B, wê daneyên li ser germahiya rûyê deryayê û agahiyên meteorolojîk berhev bikin. Bi rêya van satalaytan re wê rêgehên li derya û okyanûsan çêtir werin bikaranîn, şewatên li daristanan, rijandina petrolê li nava deryayê û rewşa li qadên çandiniyê baştir werin şopandin.
Ev satalayt wê wêneyên fezayî yên tevahiya cîhanê di nava 2 rojan de bikişîne. Lê belê piştî ku satalayta Sentînel-3B hat şandin, wê di nava rojekê de ev hemû wêne werin kişandin.
Satalaytên Sentînel-1 û Sentînel-2 ên beriya niha bi heman armancê hatibûn şandin, wêneyên ser rûyê erdê ancax di nava 6 rojan de dikarîbûn bikişînin.