Li dijî koça penaberan hevkariya bi Makedonyayê re

Polonya, Komara Çekê, Slovakya û Macarîstanê, ji bo pêşî li koça penaberan bigirin, li şûna bi Tirkiye û Yewnanîstanê re hevkariyê bike, dan xuyakirin ku ew amade ne bi Makedonyayê re hevkariyê bikin.

Ev welat, pirsgirêka penaberiyê weke malzemeyek ji bo siyaseta navxweyî jî bi kar tînin.

Serokên hikûmet û dewletên van her 4 welatan duh bi wesîleya 25. salvegera avabûna rêxistinbûyîna bi nav Vîsegrad li paytexta Komara Çekê Pragê li hev civiyan û bi Serokkomarê Makedonyayê Djorje Îvanov re rûniştin. Armanca van welatan ew e ku ji bo pêşîgirtina li herikîna penaberan a ji Yewnanîstanê, destekê bidin xebatên girtina sînor ê Makedonyayê.

Polonya, Macarîstan, Komara Çekê û Slovakya ku weke welatên Koma Vîsegradê tên zanîn, ji bo pêşî li penaberan bigirin, li dijî bazariya Elmanyayê bi Tirkiyeyê kiriye derdikevin.

Di rewşa heyî de polîsên Çek, Macar û Slovakyayê, di mijara ewlekariya sînorê Makedonyayê de wezîfedar in. Çav li rê ye Polonya jî di demeke nêz de yekîneyên xwe yên polîsan bişîne.