Înternet tîraja çapemeniya nivîskî kêm dike

Bi belavbûna înternetê li nava civakê re, organên çapemeniya nivîskî tengav bûne.

Li gorî daneyên li Fransayê hatin weşandin, firotina rojnamevanên neteweyî û herêmî ji sedî 1,4 heta 3,5 kêm bûye. Rêjeya mirovên bi rêya înternetê van organên çapemeniyê dişopînin jî gelekî zêde bûye.

Li gorî daneyên ji aliyê saziya bi navê Allîanca ve hatin weşandin, rêjeya firotina rojnamevanên herêmî li gorî sala 2015'an ji sedî 3,5 kêm bû. Rojnameyên rojane yên neteweyî jî bi rêjeya ji sedî 1,4 kêm kirin. Ev rêje li gorî salên 2014 û 2013'an ji sedî 3,1 li nava rojnameyên herêmî kêm bûbû.

Li hemberî vê kêmkirinê, rêjeya mirovên bi rêya înternetê van organên çapemeniyê dişopînin jî gelekî zêde bû. Hejmara mirovên bi rêya kompûterê rojnameyên herêmî dişopînin, ji sedî 9,1 zêde bû. Hejmara mirovên bi rêya mobîl telefonê dişopînin jî ji sedî 25,4 zêde bû.