Brîtanya wê di nava YE de hîn bêhtir bi îmtiyaz be
Yekîtiya Ewropa (YE) û Brîtanyayê di dawiya dawî de li hev kirin. Ji Brîtanyayê re wê di nava yekîtiyê de cihekî hîn bi îmtiyaz bê dayîn.
Yekîtiya Ewropa (YE) û Brîtanyayê di dawiya dawî de li hev kirin. Ji Brîtanyayê re wê di nava yekîtiyê de cihekî hîn bi îmtiyaz bê dayîn.
Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron da xuyakirin, di referandûma li ser derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê de ew ê pêşniyara 'mayîna di nava yekîtiyê' de bike.
Di civîna bilind a lîderên Yekîtiya Ewropa ya li Brukselê de li ser mayîna Brîtanyayê li nava yekîtiyê, li hev hat kirin. Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron bi rêya twitterê daxuyaniyek weşand û diyar kir, welatê wî wê ti carî nebe 'parçeyeke ji dewleta super a Ewropayê'. Cameron da zanîn, welatê wî wê pereyê Euro jî qebûl neke.
Cameron da zanîn, ku di encama muzakereyan de, bi şertê mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê li ser pêkhatina hin reforman li hev hatiye kirin. Cameron destnîşan kir, ku welatê wan wê di nava yekîtiyê de xwedî statuyeke taybet be.
Li gorî vê lihevkirinê, dema welatiyên Yekîtiya Ewropayê hatin Brîtanyayê wê heta 7 salan ji alîkariya civakî bêpar bên hiştin. Ji welatiyên Yekîtiya Ewropayê yên li Brîtanyayê dixebitin û zarokên wan li vir dimînin, wê pereyê zarokan li gorî standartên jiyanê yên li welatê wan, bê diyarkirin. Heman pîvan wê ji bo welatên din ên Yekîtiya Ewropayê, ji sala 2020'an û pê ve derbasdar be.
Rewşa bi îmtiyaz a Brîtanyayê di nava Yekîtiya Ewropayê de, wê bi qanûnên di peymanên Yekîtiya Ewropayê de were ewlekirin. Ji bo guhertina qanûnê, demek nehat diyarkirin.
Li Brîtanyayê wê di sala 2017'an de referandûma li ser derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê bê kirin.