Krîz wê bandorê li madenên Afrîkayê bike

Di nirxandinên li Fûara Madenên Afrîkayê ya li bajarê Afrîka Başûr Cape Townê hat lidarxistin de, hat ragihandin ku kêmkirina hejmara xebatkaran ji aliyê gelek şîrketên biyanî ve, wê bêkariyê zêde bike.

Di nirxandinên li Fûara Madenên Afrîkayê ya li bajarê Afrîka Başûr Cape Townê hat lidarxistin de, hat ragihandin ku kêmkirina hejmara xebatkaran ji aliyê gelek şîrketên biyanî ve, wê bêkariyê zêde bike. Her wiha tê payîn ku qelsbûna mezinbûna aboriya Çînê jî cihên kar ên li madenên li Afrîkayê kêm bike.

Dîrektorê Giştî yê anglo Amerîcan Mark Cûtîfanî li fûara madenê ya bi navê Mînîng Îndaba axivî û anî ziman ku bi qasî 55 madenên ji aliyê şîrketa wan ve tê bikaranîn wê werin girtin. Cûtîfanî diyar kir, ji ber vê yekê wê 85 hezar kakerên madenê ji kar bên derxistin.

Li gorî nirxandina Cûtîfanî, rêveçûna nebaş a xebitandina madenên li Afrîkayê wê di dema pêş de jî bidome.

Rewşa lawaz a li kanên ji aliyê şîrketên çînî ve tên xebitandin an jî muşteriyê wan e, tê texmînkirin ku demî be. Li gorî Mark Cûtîfanî, pêwîstiya Çînê ya ji madenan, wê ji ber mezinbûna aboriya navxweyî zêde bibe.

Li Afrîkaya Başûr ku maden qadeke girîng a kar e, li gorî hejmarên fermî rêjeya bêkariyê ji sedî 25 e. Lê belê tê texmînkirin ku ev rêje ji sedî 35 e.