Umberto Eco jiyana xwe ji dest da

Zanyar, ramanger û nivîskarê navdar ê Îtalyanî Umberto Eco di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Malbata Eco ji bo rojnameya La Repûblîca re axivî û ragihand, nivîskarê navdar ê bi romanên xwe yên bi navê Navê Gulê û Pandula Faucault tê naskirin, jiyana xwe ji dest daye.

Umberto Eco di sala 1932'an de li Alessandrîayê ji malbateke bûrjûvaya biçûk ji dayik bû. Bi romanên xwe Navê Gulê û Pandula Faucault ket rojeva cîhanê. Eco ku di heman demê de yek ji hostayên estetîka Serdema Navîn û beşa zanistiya nîşanderê ye, tevkariyeke girîng li pêşketina zanistiya piştî binyadkariyê kiriye.

Umberto Eco lîsansa xwe ya bilind û xebatên xwe yên doktora li ser tevgera Thomaskarî û feraseta estetîk a vê tevgerê kir. Romana wî ya destpêkê 'Navê Gulê' di sala 1980 de hat weşandin.

Eco ku di demên dawî de bi xebatên xwe yên li ser bûyer û rewşa rojane dihat zanîn, piştî Roland Barthes, bû yek ji hîmên bingehîn ên feraseta bi navê 'wateya detayan' an jî 'civaknasiya detayan' dihat naskirin.

Eco, di mijara 2015'an de di anketek xwendevanan a kovareke li DYA li ser înternetê kirî de, di lîsteya 100 entellektuelên destpêkê yên cîhanê de, di rêza duyemîn de cih girtibû.