Kolombiyayê nehişt heyeta FARC'ê biçe serdana qadên gerîla
Tevî ku di muzakereyên li Kubayê yên navbera gerîlayên FARC'ê û hikûmeta Kolombiyayê de pêşketin heye jî, Serokdewlet da xuyakirin, ku ew ê destûrê nedin heyeta muzakereyê biçe qadên gerîla.
Tevî ku di muzakereyên li Kubayê yên navbera gerîlayên FARC'ê û hikûmeta Kolombiyayê de pêşketin heye jî, Serokdewlet da xuyakirin, ku ew ê destûrê nedin heyeta muzakereyê biçe qadên gerîla.
Serokê heyeta Kolombiyayê ya li Havana muzakereyê dimeşîne Hûmberto de la Calle da xuyakirin, ku serdanên heyeta Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ji bo qadên gerîla hatine betalkirin. Serokê heyetê ragihand ku ev biryar yekser ji aliyê Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos ve hatiye girtin û îdîa kir ku heyeta gerîla qaîdeyên serdanên binpê kiriye.
Hûmberto de la Calle diyar kir, heta roja îro heyeta FARC'ê 5 caran çûye qadên gerîla û li ser muzakereyê agahî daye. De la Calle da xuyakirin, ku qaîdeyên 'neaxaftina bi gelê sivîl re, li xwe nekirina kincê leşkerî û nekişandina wêneyan bi gerîlayên çekdar re' hatine binpêkirin. De la Calle îdîa kir ku ev qaîde di dema serdana dawî ya li kampa gerîla ya Conejo hatine binpêkirin.
Di şerê navbera artêşa Kolombiyayê û gerîlayên FARC'ê de, di nava 52 salên dawî de zêdeyî 220 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi mîlyonan mirov ji cih û warên xwe bûn. Ji bo dawîkirina şerê navxweyî, bi navbeynkariya hikûmeta Kubayê li paytext Havanayê di Mijdara 2012'an de muzakereyan destpê kiribûn.
Hewl tê dayîn ku muzakere heta 23'ê Adarê bi peymana dawî ya aştiyê bi encam bibe. Heyeta FARC'ê ya bi serokatiya Îvan Marqûez ji bo agahdarkirinê hînê li qadên gerîla ye. Tê payîn ku heyet bi rêya welatên navbeynkar Kuba, Norwêc û saziya Xaça Sor, di rojên pêş de careke din vegere Havanayê.