Gelo Tirkiye, çeteyên DAIŞ'ê yên bişîne Rûsyayê li Antalyayê perwerde dike?

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vîtaliy Çûrkîn da xuyakirin, ku pêkane Tirkiye çeteyên DAIŞ'ê perwerde dike, ji bo bişîne Rûsyayê.

Li gorî nûçeyên di medya Rûsyayê de cih girtin, Çûrkîn der barê mijarê de ji Neteweyên Yekbûyî re nameyek şand û got, "Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, endamên DAIŞ'ê bi alîkariya servîsên îstîxbaratê yên Tirk, bi rêya tevneke li bajarê Antalyayê avakirine re, kesên ji komarên Yekîtiya Sowyetan a berê hatine Tirkiyeyê ji bo şerê li Sûriyeyê û transfereke gengaz a ber bi Rûsyayê ve qeyd dikin."

Çûrkîn di nameya xwe de navên van endamên DAIŞ'ê nivîsand.

Li gorî Çûrkîn serkêşê koma li Antalyayê Rûslan Haybûllov ê ji Tatarîstanê ye ku navê Abdul Barîs li xwe kiriye.