Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Îranê Rukneddîn Cewadî diyar kir, 3 tankerên bi petrolê barkirî, ji bo şîrketa Total a Fransayê û şîrketên Cepsa û Lîtasco yên Spanyayê bi rê ketine. Li gorî rayedarê Îranî, tanker ji bo şîrketa Total 2 mîlyon, ji her du şîrketên din re jî mîlyonek warîl petrolê dibin. Tê gotin, ku petrol li irava Harkê li tankeran hatiye dagirtin.
Îran piştî sê salan cara yekemîn e petrolê difiroşe Ewropayê. Li ser vê daxuyaniya Îranê heta niha ji van şîrketên navborî ti daxuyaniyeke erêkirinê nehatiye dayîn.
Îran ji ber ambargoya navneteweyî ji firotina petrola rojane 1 mîlyon warîl bêpar hatibû hiştin. Piştî ku ambargo ji ser hat rakirin, Wezareta Petrolê ya Îranê dabû xuyakirin, ku ew ê rojane bi 500 hezar warîlên din hilberîna petrola rojane zêde bikin.
Bi ketina Îranê li nava bazara petrolê re, buhayê petrolê yê sal û nîveke kêm bûye, nayê payîn zêde bibe. Buhayê petrolê ji Hezîrana 2014'an û vir ve ji sedî 70 kêm bû.