Fransayê dema rewşa awarte 3 mehên din dirêj kir

Rewşa awarte ya li Fransayê ku piştî komkujiya DAIŞ'ê di 13'ê Mijdarê de li Parîsê kir hat ragihandin, dema wê careke din hat dirêjkirin.

Di dengdayîna parlamenta ji Meclîsa Neteweyî û Senatoyê pêk tê de, pêşniyara ji bo dirêjkirina dema rewşa awarte ji 3 mehên din hat qebûlkirin.

Di dengdayîna li nava parlamenterên Meclîsa Neteweyî de li hemberî 212 dengên 'erê' 31 dengên 'na' hatibûn dayîn. Ji nava endamên Senatoyê jî 316 kesan xwestin dema rewşa awarte were dirêjkirin, 28 kes jî li dij derketin.

Balkêş e di nava endamên Meclîs û Senatoyê de bi tenê komunîst û ekolojîst li dijî dirêjkirina dema rewşa awarte derketin.

Di komkujiya DAIŞ'ê di 13'ê Mijdarê de li Parîsê kir de 130 kesan jiyaan xwe ji dest dabûn.