YE ambargoya li ser Rûsya Spî rakir

Yekîtiya Ewropayê (YE), beşeke girîng a ambargoya li ser lîderê Rûsya Spî, hin şîrket û şexsiyetên vî welatî ku 5 sal in didomîne, rakir.

Nûnera Komîsyona Ewropayê ya ji polîtîkaya Têkiliyên Derve û Ewlekariyê berpirsyar Federîca Mogherînî da xuyakirin, ku beşeke mezin a lîsteya pêkanînan ku Serokdewletê Rûsya Spî Aleksander Lûkaşenko jî di nav de ye, hatiye rakirin. Mogherînî diyar kir, biryara li ser rakirina pêkanînan, ji bo cesaretê bide rêveberiya Rûsya Spî ya di rêveçûna ber bi erêniyê ve, hatiye dayîn. Mogherînî da xuyakirin, ku li vî welatî meyleke erênî ber bi demokrasiyê ve heye.

Di çarçoveya biryara duh li Civîna Bilind a Desteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê hat wergirtin de, Serokdewlet Aleksander Lûkaşenko jî di nav de pêkanînên li ser 70 şexs û 3 şîrketan hat rakirin.

Lûkaşenko, ji sala 1994'an û vir ve Serokdewletê Rûsya Spî ye û piştî belavbûna Yekîtiya Sowyetan weke hevalbendê herî girîng ê Rûsyayê xuya dike. Di dema hilbijartinên 2010'an de ku Lûkaşenko cara çaremîn bû serokdewlet, destwerdaneke tund li hemberî xwepêşandanan hatibû kirin, lewma Lûkaşenko jî di nava ambargoya Yekîtiya Ewropayê de hatibû bicihkirin.

Herî dawî di Yekîtiya Ewropayê çavdêrên xwe şand hilbijartinên Cotmeha par û gihaşt wê baweriyê ku di hilbijartinên dawî de bêûsûlî kêm hatiye dîtin. Li ser vê yekê dabû xuyakirin, ku divê pêkanîn bên rakirin.