YE biryara kota penaberan a Awûstûryayê red kir
Ji bo kêmkirina hejmara penaberan Awûstûryayê biryar da kotayeke rojane diyar bike. Ev biryara Awûstûryayê ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hat redkirin.
Ji bo kêmkirina hejmara penaberan Awûstûryayê biryar da kotayeke rojane diyar bike. Ev biryara Awûstûryayê ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hat redkirin.
Komîsyonê ragihand, kota penaberan li dijî konvansiyona navneteweyî û Ewropayê ye.
Li Awûstûryayê sosyal demokrat (SPO) ên li desthilatdariyê ne û hikûmeta koalîsyona bi mûxafazakaran (OVP) re dabû xuyakirin, ku ji bo rojane 80 serlêdanên penaberiyê werin kirin, ew ê destûrê bidin rojane 3 hezar 200 penaber derbas bibin. Hikûmetê her wiha ragihandibû, ku kontrolên li sînorên Îtalya, Slovenya û Macarîstanê wê li gelemperiya sînor werin şidandin.
Komîsyona YE li dijî vê biryarê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, ku kota penaberan li dijî konvansiyona navneteweyî ya yekîtiyê ye û ev yek wê neyê qebûlkirin. Komîserê Komîsyonê yê ji koçberiyê berpirsyar Dîmîtrîs Avramopûlos nameyek ji Wezîra Karên Hundir a Awûstûryayê Johanna Mîkl-Leîtner re şand û diyar kir, ku ev biryar nabe ku bikeve meriyetê.
Avramopûlos diyar kir, ev yek li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Konvensiyona Cenevreyê û xala 18. a Şertê Bingehîn ê Yekîtiya Ewropayê ye.
Wezîra Karên Hundir a Awûstûryayê bersiv da nameya Avramopûlos û dubare kir ku ew bi biryar in biryara kotayê bixin meriyetê. Leîter diyar kir, pêkanîn wê ji roja Înê (îro) pê ve bikeve meriyetê.