Çiyayê Qeşa B09B 150 hezar pengûen ji holê rakir
Li gorî lêkolîna zanyarên ji Awûstûralya û Zelanda Nû, ji ber çiyayê mezin ê qeşayê yê bi navê B09B ê li parzemîna Antarktîkayê, zêdeyî 150 hezar pengûen tine bûne.
Li gorî lêkolîna zanyarên ji Awûstûralya û Zelanda Nû, ji ber çiyayê mezin ê qeşayê yê bi navê B09B ê li parzemîna Antarktîkayê, zêdeyî 150 hezar pengûen tine bûne.
Li gorî lêkolîna di kovara Antarctîc Scîence de hat weşandin, çiyayê mezin ê qeşayê yê bi navê B09B ê di sala 2010'an de xwe nêzî kendava Commonwealth kir, ji vî çiyayî heta bejahiyê av bû qeşa. Lewma têkiliya 200 hezar pengûenan bi deryayê re qut bû û nema karîbûn xwe xwedî bikin.
Ji ber vê qeşagirtinê, pengûen ji bo xwe bigihîne nava avê, divê bi qasî 60 kîlometreyan bimeşin. Lê ev mesafe ji bo vî celebê heywanan gelekî dirêj e.
Li gorî lêkolînê, ji ber vê sedemê hejmara pengûenên li derdora herêma Cap Denîson a li kendava Commonwealthê bi qasî 150 hezar kêm bûye. Zanist di wê baweriyê de ne ku çêikên pengûenan ên neçar man ji bo xwe xwedîkirinê bi dehan kîlometreyan bimeşin, di rê de telef bûne.
Tê texmînkirin, ku eger çiyayê qeşa li kendava Commonwealth li cihê xwe yê niha bimîne, wê hemû pengûenên li herêmê telef bibin.