Hin pispor dixwazin, penaberên serlêdana wan a penaberiyê hatiye qebûlkirin, bi awayekî 'neçarî' li herêmên pirsgirêka xanî û stargehan lê nîne, werin bicihkirin.
Li Elmanyayê, bi zêdebûna ji nişka ve ya hejmara penaberan er, li bajarên mezin nîqaş li ser hebûna pirsgirêka avahiyan tê kirin. Li hin bajaran jî balkêş e kira avahiyan zêde bûye. Lê belê tevî van nîqaşan jî, li vî welatî 2 mîlyon xaniyên ku bi sed hezaran ji van ji bo jiyana mirovan amade ye, vala ne.
Dîrekteroê Enstîtuya Lêkolînên Qad û Bajaran a Înşaetê ya Federal Harald Hermann da xuyakirin, ku li hin eyaletan tevî xaniyên vala, qadên kar jî hene hînê karker lê nehatin bicihkirin. Hermann anî ziman, li eyaletên Nordrheîn-Westfalen, Sachsen û Mecklenbûrg-Vorpommerngê, pirsgirêk avahî û kar nîne û xwest, penaber li van eyalet an jî komunên xwedî vê derfetê ne, bên bicihkirin.
Hermann xwest, ev pêkanîn ji bo penaberan mecbûrî be.
Li gorî daneyên bazara emlaqê, bi zêdebûna hejmara penaberan re li bajarên pirsgirêka avahiyan lê heye, kirê jî her zêde dibe.