Dibe ku Awûstûrya sînorên xwe bigire

Dewletên Ewropayê ku dikin nakin nikarin krîza penaberiyê çareser bikin, weke çare, sînorên xwe digirin. Awûstûrya amadekariyan dike, ji bo pêşî li hatina penaberan bigire li nuqteyên derbasbûnê sînorên xwe bigire.

Serokwezîrê Awûstûryayê Werner Faymann da xuyakirin, ku ji bo zêdekirina kontrolên li ser sînorê îtalya û Slovenyayê, girtina sînor jî di nav de wî hin ferman daye.

Awûstûryayê di Mijdara 2015'an de, kontrolên li deriyê sînor ê Spîelfeld ê li sînorê Slovenyayê zêde kiribû û ji bo pêşî li derbasbûna penaberan bigire, têlên rêsayî li dirêjahiya 4 kîlometreyan bi cih kiribû.

Piştî Awûstûryayê, welatên Balkanan jî di çarçoveya tedbîran de dibe ku mîna Awûstûryayê sînoran bigirin. Di hefteya bihurî de Makedonyayê, ji bo pêşî li hatina penaberan ji Yewnanîstanê bigire, biryar da bû ku xeta ji têlên rêsayî ya li ser sînorê Yewnanîstanê, bi qasî 35 kîlometreyan dirêj bike.