Awûstralya dixwaze avêtiyên nûkleerî yên cîhanê li nava axa xwe rabigire

Li gorî îdîaya Fînancîal Tîmes, rêveberiya eyaleta başûrê Awûstralyayê dixwaze, avêtiyên nukleerî yên li gelemperiya cîhanê li nava axa xwe rabigire.

Li gorî nûçeya rojnameyê, hatineya eyalet ji depokirina avêtiyên nukleerî bi dest bixe 5 mîlyar dolarê Awûstralyayê (3,2 mîlyar euro) ye.

Li gorî raporeke fermî ku rojname nûçeya xwe dispêre vê derê, bi saya stasyona navberê ya depokirinê, ku wê li başûrê Awûstralyayê were avakirin û di sala 2020'an de bikeve meriyetê, ji sedî 13 ê avêtiyên nukleerî yên li ser rûyê erdê karibin bên depokirin. Bi gaveke bi vî rengî re Awûstralya wê bi alîkariya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkek bi vî rengî ya cîhanê li nava welatên cîhanê hîn bêhtir bibe xwedî îtibar.

Bi vê projeyê re di heman demê de wê Awûstralya ji bo welatê xwe çavkaniyeke xurt a aboriyê peyda bike û bibe sedem ku welatê wan hîn bêhtir enerjiya atomê bi kar bîne. Serokwezîr Malcolm Tûrnbell par daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, welatê wî ji bo derbasî enerjiya atomê bibe wê gavekê biavêje.

Di serî de Fransa û DYA, pirsgirêka herî mezin a li pêşiya welatên giraniyê didin hilberîna enerjiya nûkleerî, depokirina avêtiyên santalan e, ku rêjeya xwe ya radyoaktîvîte gelekî bilind e. Di heman demê de li Elmanyayê jî, ku dixwaze heta sala 2022'an bi temamî ji nava enerjiya nukleerê derkeve, nîqaşên li ser depokirina avêtiyan dewam dikin.

Avêtiyên nukleerî pêwîste herî kêm 1.500 metre li binê erdê, li qadên ji keviran bên depokirin. Li gorî hesaban, depokirina hin ji van dikare 1 mîlyon salî bidome.

Hin pispor di wê baweriyê de ne, ku li şûna depokirina avêtiyên nukleerî li binê erdê, divê li fezayê cihekî guncaw bê dîtin û li vê derê bên depokirin.

Piştî felaketa nukleerî ya sala 2011'an ji ber tsûnamî li bajarê Japonya Fûkûşîma rû da, di destpêkê de Elmanyayê gelek welatan biryar dabûn enerjiya atomê biterikînin. Her çend para xwe ya di belavkirina gaza rê li ber germahiya global vedike gelekî kêm jî be, tê zanîn eger santralên enerjiya nukleerî biteqin an jî madeyên radyoaktîvîte jê biçin, ev yek rê li ber felaketên cidî vedike.

Dezavantaja herî girîng a enerjiya nukleerî jî pirsgirêka depokirina avêtiyên bi rêjeyeke bilind a radyoaktîvîte ye.