Di nava Neandertalan de jî gena Homo Sapîens hebû
Li gorî lêkolînek yek ji girîngtirîn saziyên lêkolînê yên Elmanyayê Estîtuya Max-Planck (MPI), tevlîhevbûna mirovê nûjen Homo Sapîens û Neandertalan gelekî kevn e.
Li gorî lêkolînek yek ji girîngtirîn saziyên lêkolînê yên Elmanyayê Estîtuya Max-Planck (MPI), tevlîhevbûna mirovê nûjen Homo Sapîens û Neandertalan gelekî kevn e.
Li gorî lêkolînek yek ji girîngtirîn saziyên lêkolînê yên Elmanyayê Estîtuya Max-Planck (MPI), tevlîhevbûna mirovê nûjen Homo Sapîens û Neandertalan gelekî kevn e. Tevî lêkolînên ku nîşan didin di nava Homo Sapîensan de genên Neandertalan hebû, derket holê ku di nava Neandertalan jî genê mirovê nûjen hebû.
Di çarçoveya lêkolîna li kovara Natûre hat weşandin de, hestiyên mirovên beriya deh hezaran salan li Ewropa û Asyayê jiyane, hatin lêkolînkirin. Li gorî vê yekê careke din tespît bû ku di nava Homo Sapîensên li Ewropayê de genên Neandertal, di nava mirovê Neandertal ê Asyayî de jî genên Homo Sapîens hebûn.
Di ve çarçoveyê de, hestiyên mirovên Neandertal ên li Çiyayên Altayê hatin dîtin û tê texmînkirin beriya 100 hezar salî jiya ne, lêkolîn hatin kirin. Di nava gefên van de şopa Homo Sapîens hat dîtin. Di nava du mirovê Neandertal ê li hin şikestên li Ewropayê de hatin dîtin, genên Homo Sapîens nehat dîtin.
Li gorî lêkolînê, Neandertalên xwedî gena Homo Sapîens bi tenê li Asyayê hatin îspatkirin.
Di lêkolînên beriya niha de dihat nîşandan ku bi tenê ji sedî 1 heta 5'an genên mirovê roja îro Homo Sapîens ji Neandertalan mane. Li gorî lêkolîneke din a di kovara Scîence de hat weşandin, girêdana bi nîkotînê yan jî depresyon, ji ber genên ji Neandertalan derbasî Homo Sapîens bûne, rû dane.