Di hevdîtinên aştiyê yên Kolombiyayê de, ku zêdeyî 3 sal in dewam dikin aliyan gaveke nû avêtin. Hikûmetê û gerîlayên FARC'ê bang kirin, ku peymana aştiyê ya tê payîn di mehên bê de were îmzekirin, di bin çavdêriya NY de bikeve meriyetê.
Der barê hevdîtinên aştiyê yên li paytexta Kuba Havanayê tên meşandin de, nûnerên hikûmeta Kolombiyayê û Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê weşandin. Di daxuyaniyê de ji Neteweyên Yekbûyî (NY) hat xwestin, ku ji bicihanîna peymana aştiyê re bibe navbeynkar û hat xwestin, ku Civata Karabîk û Latîn Amerîka (Celac) jî tevî NY vê mîsyonê bi cih bîne.
Aliyan ji Konseya Ewlekariyê ya NY xwestin, ku dema peymana aştiyê hat îmzekirin, mîsyonek ji bo karê 12 mehan ê çavdêriyê ava bike û xwestin ku ev mîsyon jî ji wezîfedarên NY ên sivîl ên bêçek pêk bê.
Li Kolombiyayê ji sala 1964'an û vir ve şerekî navxweyî heye û heta roja îro zêdeyî 220 hezar mirovan di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane. Ji bo bidawîkirina vî şerî, ji Mijdara 2012'an û vir ve li Havana hevdîtinên aştiyê tên meşandin. Di çarçoveya muzakereyên bi çavdêriya Serokdewletê Kubayê Raûl Castro de tên meşandin, li ser mijarên agirbesta mayînde, bêçekbûyîn û lêkolînkirina rastiyan li hev hat kirin.
Lîderê gerîlayên FARC'ê Tîmoleon Jîmenez û Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos, cara yekemîn di meha Îlonê de li Havana li hev rûniştibûn û li hev kiribûn ku di 23'ê Adara 2016'an de peymana aştiyê mor bikin.
Lê belê FARC'ê di 13'ê Çileyê de bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku ji ber hin astengiyên hînê çareser nebûne, nepêkane ku peymana aştiyê di dema hatiye diyarkirin de bê îmzekirin.