Li Spanyayê hikûmet hînê nehatiye avakirin
Li Spanyayê, tevî ku di ser hilbijartinên giştî re mehek jî derbas bûye, hikûmet hînê ava nebûye.
Li Spanyayê, tevî ku di ser hilbijartinên giştî re mehek jî derbas bûye, hikûmet hînê ava nebûye.
Li Spanyayê, tevî ku di ser hilbijartinên giştî re mehek jî derbas bûye, hikûmet hînê ava nebûye.
Di ser hilbijartinên li Spanyayê re, ku partiya Podemos encameke serketî bi dest xist, mehek derbas bûye. Lê belê hikûmet hînê ava nebûye. Partiyên bûne yekemîn û duyemîn, ji bo bi tena serê xwe bibin desthilatdar xwedî hejmara têrker nînin. Li meclîsa nû, ku Partiya Gelparêz a bi lîderiya Marîano Rajoy xwedî 119 kursiyan, Sosyalîst xwedî 89 kursiyan û Podemos a çepgir û tifaqên wê xwedî 65 kuriysan e, ti ji van partiyan nikarin bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin.
Lîderê Partiya Gelparêz a di hilbijartinên 20'ê Kanûnê de bû partiya yekemîn Marîano Rajoy dabû xuyakirin, ku ew dixwaze hikûmeteke berfireh a ji sosyalîst û lîberalan ava bike. Lê belê jê nehat ku hikûmetê ava bike. Piştî ku partiya sosyalîst biryar da tevlî hikûmetê nebe, Rajoy nekarî piraniya endaman bi dest bixe û hikûmet ava nebû.
Bi vî rengî derfeta avakirina hikûmeteke ji sosyalîst û çepgiran derket holê. Qralê Spanyayê Felîpe IV, beriya namzetekî nû diyar bike, tê payîn ku bi lîderên partiyên siyasî re hevdîtinan bike.
Lîderê Podemos Pablo Îglesîas jî diyar kir ku ew dikarin bi partiya sosyalîst re hikûmetekê ava bikin.