Vîrûsa Ebola ku di salên 2014 û 2015'an de rê li ber mirina zêdeyî 11 hezar kesî vekir û beriya niha bi demeke kurt hat gotin ku vîrûs ji holê hatiye rakirin, careke din derket holê. Piştî ku li Sîerre Leone ciwanek ji ber Ebola jiyana xwe ji dest da, zêdeyî sed kes li karantînayê hatin ragirtin.
Vîrûsa Ebola ku weke mezintirîn şewba heta niha tê zanîne, di dawiya sala 2013'an de li welatên Sîerra Leone, Lîberya û Gîne yên Rojavayê Afrîkayê xwe da der û heta Tebaxa 2015'an rê li ber mirina 11 hezar 300 kesî vekir. Beriya niha bi demeke kurt hatibû ragihandin ku vîrûs bi temamî ji holê hatiye rakirin. Her çend Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi rapora xwe ya di roja Pêncşemê de weşandî re îlan kir ku şewb bi temamî qediya ye, roja Înê li Sîerra Leone xwendekarekî zanîngehê yê 22 salÎ ji ber Ebola jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin, ku piştî mirina vî xwendekarî, herî kêm 109 kes li karantînayê hatine bicihkrin û rîsk bilind e ku herî kêm 30 ji van mirovan bi şewbê ketibin.
Di navbera salên 2014-2015'an de, ji ber şewba Ebola, ji sedî 99'ê wan li Sîerra Leone, Lîberya û Gîneyê bi giştî 11 hezar 309 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Zêdeyî 28 hezar kes bi vîrûsê ketibûn û ji sedî 40 ê van nexweşan jiyana xwe ji dest dabûn.