Artêşa Iraqê û Heşt eş Şabî ber bi Ramadiyê pêş ve diçin
Artêşa Iraqê di çarçoveya pêngava paqijkirina wîlayeta Ambar ji çeteyên DAIŞ’ê operasyonan didomîne.
Artêşa Iraqê di çarçoveya pêngava paqijkirina wîlayeta Ambar ji çeteyên DAIŞ’ê operasyonan didomîne.
Artêşa Iraqê di çarçoveya pêngava paqijkirina wîlayeta Ambar ji çeteyên DAIŞ’ê operasyonan didomîne. Artêş û mîlîsên Heşt eş Şabî beşek mezin a navenda Ramadî xistin bin kontrola xwe, hat diyarkirin ku di du navçeyên din jî di operasyonan de pêşketin bi dest xistine.
Hat ragihandin ku hêzên Iraqê di operasyonên li hember Sicariye, Cûbiye û Hiseby pêşketin bi dest xistine, di operasyonan de Koalîsyona Navneteweyî jî bi hêzên hewayî piştgirî kiriye. Ev navçeyên li rojhilatê bajarê Ramadî ku navenda wîlayeta Ambar a Iraqê ye, ji aliyê çeteyen wek bargeh tên bikaranîn.
Çavkaniyên artêşê dan xuyakirin ku operasyon ji bo dawî li hebûna çeteyên DAIŞ’ê yên li Ambarê anînê gavek pir girîng e, aşkera kirin ku çeteyan li gelek cihan kemînên bi teqemeniyê danîne. Di pêngava li hember van navçeyan û navenda Ramadiyê de Heşt eş Şabî herî dawî da xuyakirin ku 26 çete hatine kuştin.
JI SEDÎ HEŞTÊ YÊ RAMADIYÊ HILWEŞIYA
Waliyê Ambarê Suheyp Îsmaîl er-Ravî têkîldarî mijarê daxuyanî da, anî ziman ku bajarê Ramadî yê ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, ji sedî 80 hilweşiyaye. Diyar kir ku ji bo avakirina bajar pêwîstî bi 12 mîlyar dolarî heye.
Rawî wiha axivî: “Di encama operasyonên li dijî DAIŞ’ê û ji aliyê DAIŞ’ê teqandina bombeyên di avahiyên gelemperî de ji sedî 80 yê bajarê Ramadî hilweşiyaye. Ji ber şerê dijwar, binesazê bajar bi temamî zerar dîtiye.”