Tê gotin, ku biryarên li ser muzakereyên Peymana Bazirganiya Serbest (TTIP) a navbera YE û DYA, ku rê li ber nîqaş û rexneyên tund vekir û qanûnên girîng ên li van welatan, bi bandora şîrketên mezin tên girtin.
Li gorî lêkolîneke hevpar a saziyên civaka sivîl ên bi navê Lobby Control û Corporate Europe Onservatory (CEO) ên li qada navneteweyî dixebitin, lobiyên mezin yekser bandorê li Wezaretên Yekîtiya Ewropayê (YE) dikin û rê li ber derketina qanûn û biryarên ew dixwazin, vedikin.
Li gorî lêkolînê, rêxistinên lobî yên tevlî muzakereyên Peymana Bazirganiya Serbest a bi navê Peymana Hevkariya Razemenî û Bazirganiya Tansatlantîk (TTIP) bûne, muzakereyên li ser naveroka peymanê diyar dikin.
Hat ragihandin ku lobiya şîrketa bi navê Transatlantic Business Council (TABC) di van muzakereyan de gelek hevdîtin kiriye û bandora van hevdîtinan di qanûnên li Wezaretên YE û parlamentên endam de tê dîtin.
Li gorî lêkolînê, lobiyên şîrketên mezin heta roja îro bandoreke yekser li gelek biryarên girîng kirine û herî kêm 6 qanûn û biryarên girîng li gorî daxwaza lobiyan hatine wergirtin.
Di lêkolînê de bal hat kişandin ser bandora lobiyan li rêveberiyên Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û cihekî taybet ji muzakereyên li ser peymana TTIP hat veqetandin. Derketibû holê ku pêşnûmeyeke TTIP a di sala 2012'an de hatibû amadekirin, li gorî daxwaza Odeya Bazirganiyê ya DYA û saziya lobiyên din Businesseurope ve hatibû amadekirin.
Ji TTIP a bazirganiya serbest a navbera YE û DYA, gelek saziyên civaka sivîl ên Ewropî nerazî ne. Saziyên civakî yên sivîl rexne dikin ku ev peyman li gorî berjewendiyên şîrketên mezin hatiye amadekirin û di bazara Ewropayê de berjewendiyên bi mîlyonan xebatkaran û sed mîlyonan mirovan ji nedîtî ve hatiye.