Di êrîşa li hemberî zanîngehê de 25 kes mirin
Li bakurrojavayê Pakîstanê, di êrîşeke li kampusa zanîngeha bajarê Çarseda de, 25 kes mirin.
Li bakurrojavayê Pakîstanê, di êrîşeke li kampusa zanîngeha bajarê Çarseda de, 25 kes mirin.
Li bajarê Çarseda yê li nêzî paytexta eyaleta Haydarpeştûnha Peşaverê, danê vê sibehê li hemberî zanîngehê êrîşek hat kirin. Êrîşkar jî di nav de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Êrîşa ku danê sibehê destpê kir, sê saetan dewam kir. Li gorî agahiyan, êrîşkarên ku bi dîwarê kampusê ve hilkişiyan, ketin hundirê avahiyê û dûre li hemberî hêzên ewlekariyê şer kirine.
Li Peşaverê par êrîşek li dijî lîseyeke leşkerî hatibû kirin û 150 xwendekaran jiyana xwe ji dest dabûn. Talîbanê berpirsyariya êrîşa par girtibû ser xwe.