Xatir ji Phîlae hat xwestin

Maşîna fezayî Phîlae, ku di Mijdara 2014'an de li cihekî dûrî planê yê dûvstêrka Chûryûmov-Gerasîmenko hat danîn, tevî hemû hewldanan nehat hişyarkirin.

Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA), maşîna fezayî Phîlae di Mijadra 2014'an de danîbû ser dûvstêrkekê. Lê belê ji ber ku maşîn li cihekî berê xwe ne li rojê ye daket, piştî ku çend dane şand, derbasî moda razanê bû.

Ji ESA'yê Stephan Ûlamec diyar kir, ku dûvstêrk her diçe ji rojê dûr dikeve û ji ber ku Phîlae wê nikaribe eneriya têrker kom bike, êdî têkiliya xwe ya bi cîhanê re bi temamî qut bûye.

Ûlamec da xuyakirin, ku ew ê ji niha û pê ve daneyên Phîlae ji sala 2014'an ve car carna derbas kiriye, binixînin.