Rûhanî: Ji bo Îranê serdemeke nû destpê kir

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, piştî ku peymana nukleerê ya di navbera wan û hêzên cîhanê de pêk hat û ket meriyetê daxuyaniyek da. Rûhanî diyar kir ku di têkiliyê wan ên bi cîhanê re serdemeke nû destpê kiriye.

Hasan Rûhanî da xuyakirin ku Îran gefê li ti welat an jî dewletê naxwe û anî ziman ku Îranî li herêmê û cîhanê nûnerên aştî, ewlekarî û aramiyê ne. Rûhanî îdîa kir ku tevî vê yekê ew ji bo parastina serweriya welatê xwe amade ne.

Rûhanî rakirina amborgaya navneteweyî ya li hemberî wan li gelê Îranê pîroz kir û diyar kir ku ew bi rêveberiyeke baş, bi alîgiriya aştiya bi cîhanê û vîna gel a li hemberî şîdetê gihaştine vê encamê.