Ûkrayna wê ji bo Qirimê dest bi dîplomasiyê bike

Ûkrayna, ji bo Nîvgirava Qirimê ya ku Rûsyayê di Adara 2014'an de tevlî xaka xwe kir werbigire, dest bi dîplomasiyê dike.

Ûkrayna, ji bo Nîvgirava Qirimê ya ku Rûsyayê di Adara 2014'an de tevlî xaka xwe kir werbigire, dest bi dîplomasiyê dike.

Wezîra Maliyeyê Natalya Laresko di Forûma Aboriya Cîhanê ya li Bajarê Davosê axivî û got, "Weke Ûkrayna em qebûl nakin ku Qirimê winda bikin. Îsal em ê dest bi zexteke rasteqîn a dîplomasiyê bikin."

Laresko diyar kir ku ji bo wergirtina Qirimê, ew plan dikin ku ji diyaloga li Cenevreyê bêhtir kar bikin.

Di dema şerê navxweyî yê li Ûkraynayê de, li Nîvgirava Qirimê ku piraniya şêniyên wê Rûs in, kontrol ketibû destê Rûsan û di Adara 2014'an de jî tevlî xaka Rûsyayê hatibû kirin.

Tevî ambargoyên giran ên Yekîtiya Ewropa (YE) û DYA jî, Rûsyayê der barê Qirima ku tevlî nava xaka xwe kir de di sala 2014'an de li Cenevreyê di bin çavdêriya DYA û YE de pêvajoyek dabû destpêkirin. Lê belê Rûsya qebûl nake ku li ser mijara Qirimê konferanseke nû were lidarxistin.

Wezareta Karên Derve ya Ûkraynayê xwe amade dike, ku ji bo pêkhatina konferanseke nû ya mîna Cenevreyê, bangê bike.

Ûkraynayê herî dawî xetên elektrîkê yên ji bo Qirimê qut kiribû û dabû xuyakirin ku heta ev nîvgirav were radestkirin, ew ê dest ji vê helwesta xwe bernede.