Li Elmanyayê, penaber eleqeyeke zêde nîşanî qursên ziman didin

Li Elmanyayê, ku par bi sed hezaran penaberan serlêdana penaberiyê kirin, eleqeya ji bo qursa ziman qat bi qat zêde bû.

Li Elmanyayê, ku par bi sed hezaran penaberan serlêdana penaberiyê kirin, eleqeya ji bo qursa ziman qat bi qat zêde bû.

Li gorî daneyên Ajansa Dîtina Kar û Karker (BA) a ser bi Wezareta Xebatê, ji bo penaber karibin bi hêsanî bixebitin, karên xwe yên li daîreyên fermî bi cih bînin û ji bo perwerdeya zarokan, girîngiyeke taybet ji qursên ziman re tê dayîn. Alîkarê Serokê Konseya Rêveber a BA Peter Clever bal kişand ser eleqeya zêde ya penaberan a ji qursên ziman re.

Cleber ragihand ku ji bo qursên ziman ên ji penaberan re, ew li benda 100 hezar kesî bûn, lê ji niha ve vê hejmarê 220 hezar derbas kiriye. Penaberên mafê mayîna li welêt bi dest xistine û yên şensê mayînê hene, dikarin beşdarî van qursan bibin.

Ji bo van qursên ziman, ku li ser fonên bêkariyê tên fînansekirin, bi qasî 320 mîlyon heta 400 mîlyon euro budçe tê veqetandin. Ji 220 hezar beşdarên qursê ji sedî 73 Sûriyeyî, ji sedî 14 Iraqî, ji sedî 8 Erîtreyî û ji sedî 5 jî Îranî ne.

Piraniya beşdarên qursa zimanê Elmanî, zilam in.