Forûma li Davosê wê di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de pêk were

46. Forma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) wê di 20-23'ê Çileyê de li Davosê pêk were.

46. Forma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) wê di 20-23'ê Çileyê de li Davosê pêk were. Civîna bi beşdariya serokwezîr û serokkomarên gelek welatan, wê îsal ji ber xeteriya êrîşa 'terorê' di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de bê lidarxistin.

Kombûna li bajarokê Swîsre Davosê, wê îsal bi serenavê '4. Şoreşa Pîşesaziyê' were lidarxistin. Tevî 2 hezar 500 rêveberên payebilind wê serokwezîr an jî serokkomarên zêdeyî 40 welatan beşdarî 46. Forûma Aboriyê ya Cîhanê bibin.

NAVEROKA CIVÎNÊ

Tevî rewşa aboriyê ya cîhanê, ewlekariya herêmî û guhertina avhewayê çend ji xalên nîqaşê yên forûmê ne. Her wiha wê êrîşên terorê yên li çar aliyên cîhanê, rê û rêbazên têkoşîna li hemberî krîza penaberiyê, rêbazên çareseriyê bên nirxandin. Pirsgirêkên global û herêmî, pirsgirêkên hawirdorê, birçîbûn, xizanî, pirsgirêkên aboriyê, hilberîn, belavkirin û hilberîna enerjiyê, wê bibin mijarên nîqaşa forûmê.

Tê payîn ku di navbera 20-23'ê Çileyê de zêdeyî 300 civîn di çarçoveya 4 rojên forûmê de werin lidarxistin. 

LÎDERÊN CÎHANÊ WÊ LI DAVOSÊ BIN

Serokê DYA Barack Obama îsal beşdarî Davosê nabe. Li şûna wî wê Alîkarê Serok Joe Bîden DYA temsîl bike. Her wiha Serokê Arjantînê Maûrîcîo Marcî, Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû, Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron, Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls, Serokkomarê Elmanyayê Joachîm Gaûck, Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Tsîpras û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû wê beşdarî kombûna li Davosê bibin.

Tevî lîderên siyasî wê Serokê Banka Cîhanê Jîm Yong Kîm, Seroka Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) Chrîstîne Lagarde, Serokê Banka Navendî ya Ewropayê Marîo Draghî û gelek rêveberên payebilind ên bankayên navneteweyî wê beşdar bibin.

Ji bo ewlekariya kombûnê, li bajarokê nifûsa xwe 11 hezar e, 5 hezar personelên leşkerî hatin wezîfedarkirin û li Davosê qadeke ji 46 kîlometreçargoşeyî weke herêma ji firîna balafiran qedexe hat îlankirin.