Duyemîn mezintirîn gola Bolîvyayê Poopo ziwa bû
Poopo ku duyemîn mezintirîn gola Bolîvyayê ye, hema hema bi temamî ziwa bû. Tevî hemû hişyariyan jî, herêma herî avî ya Bolîvyayê ziwa bû.

Ji masîgirên civatat Ûntavî Calle Rojas got, "Germahiya global û xebatên mirovan ên lêgerîna li madenê, gol ziwa kirin." Rojas da xuyakirin, ku di salên 1990'î de li herêmê herî kêm 2000 kîlometreçargoşe av hebû.
Ji profesorên Zanîngeha Orûro Mîlton Perez jî diyar kir, ku sedema herî mezin a ziwabûna golê, guhertin avhewayê ye. Perez da zanîn ku 8 salan avhewaya li herêmê asayî bû, baran dibariya, lê belê bi zêdeyî germbûna herêma Pasîfîk, sê salan carekê rûdana El Nîno, rewş bi vî rengî nebaş kir.