Li Afrîka Başûr rêjeya kuştina gergedanan kêm bû

Li Afrîka Başûr, tedbîrên rayedaran ên li hemberî kuştina gergedanan ji bo qloçê wan, encamên erênî derxistin holê.

Li Afrîka Başûr, tedbîrên rayedaran ên li hemberî kuştina gergedanan ji bo qloçê wan, encamên erênî derxistin holê.

Wezîra Hawirdorê ya Afrîka Başûr Edna Molewa da xuyakirin, ku di sala 2015'an de 1175 gergedan ji bo qloçên wan hatin kuştin, ev hejmar di sala 2014'an de 1215 bû.

Molewa got, "Ji ber ku cara yekemîn e di nava 10 salan de kuştina gergedanan kêm bûye, em kêfxweş in." Molewa her wiha ragihand ku niha li parka Krûger 8400-9400 gergedan hene.

Li Afrîka Başûr, ku ji sedî 80 ê gergedanan li vir e, ji ber qloçên wan ji sala 2009'an û vir ve gelekî dihaitn kuştin. Welatên ku herî zêde qloçên gergedanan dikirin Vîetnam û Çîn in.

Nêçirvanên gergedanan herî zêde li Parka Neteweyî Krûger derdikeve nêçirê. Gergedanan ji hiş dixin an jî piştî kuştinê, bi bivir qloçên wan jê dikin. Gergedanên nayên kuştin jî, piştî demekê ji ber jêçûna xwînê dimirin. Qloçên wan jî dikin toz an jî weke xwe tên firotin.