Brîtanya ji bo biyaniyan şertê zanîna ziman girantir dike
Hikûmeta Brîtanyayê, amadekariyan dike ku dirêjkirina dema mayîna li vî welatî bi şertê zanîna bi zimanê Îngilîzî ve girê bide.

Serokwezîr Davîd Cameron bersiv da pirsên BBC ên li ser mijarê û anî ziman ku beşeke girîng a jinên Misilman bi Îngilîzî nizanin. Cameron da xuyakirin, ku piştî testa ziman a dema hatina welêt tê kirin, wê piştî 2,5 salan careke din testa ziman bê kirin.
Cameron diyar kir ku ev guhertin wê bi giranî têkildarî jinên ji bo zewacê tên, bê kirin. Cameron îdîa kir ku bi saya perwerdeya ziman ew dixwazin dawî li cihêkariya zayendî ya di nava civakên Misilman de bînin. Cameron anî ziman ku hin jinên biyanî li Brîtanyayê zarokan tînin dinyayê, lê belê tevî ku salên dûr û dirêj li Brîtanyayê dimînin jî, bi Îngilîzî nizanin.
Davîd Cameron di hevpeyvîna xwe ya bi BBC re ragihand, ku tevî ku zarokên wan li Brîtanyayê ji dayik bûne jî garantiya jinan a mayîna li Brîtanyayê nîne, lewma ew ê şertê zanîna bi ziman bînin.
Li gorî daneyên hikûmeta Brîtanyayê, ji sedî 22 ê jinên Misilman ên li vî welatî qet an jî gelekî kêm bi zimanê Îngilîzî dizanin.
Ev şertê testa ziman a Cameron diparêze, rastî nerazîbûna hin rêxistinên mafên mirovan û siyasiyan hat.