Karsazên Fransayî hîn bêhtir tawîzan dixwazin
Li Fransayê ku bêkarî bi salane lê zêde dibe, hikûmet amadekariyan dike ku di nava vê salê de tedbîrên nû ragihîne. Karsaz jî hewl didin hîn bêhtir tawîzan werbigirin.

Mezintirîn sendîkayên karsazan ên Fransayê Medef, EDC, Croissance Plus et Ethic jî di nav de 7 saziyan, ji Serokkomar Françoîs Hollande re nameyeke vekirî weşandin û ji bo çareseriya pirsgirêkên bêkariyê xwestin, hîn bêhtir tawîz ji wan re bê dayîn. Di nameya ku li rojnameya Journal du Dimanche hat weşandin de, li ser projeyên afirandina qadên nû yên kar ên Hollande di 18'ê Çileyê de ragihîne, daxwaz hatin bilêvkirin.
Daxwaza sereke ya rêxistinên karsazan ew e, ku xebatkarên xwedî peymana bêdawî ya xebatê, bi hêsanî karibe ji kar werin derxisitn. Di vê çarçoveyê de tê xwestin, ku xalên 'cîroya hatiye xwestin bi dest neketiye', 'projeyek hatiye xwestin nehatiye qedandin' an jî 'encama hatiye xwestin nehatine bidestxistin' weke sedema betalkirina kar li peymana kar were bicihkirin.
Daxwazên din ên karsazan ew e ku hemû kargehên biçûk, dema karkeran bigire kar, di nava 2 salan de ji parên sîgorta karsazan muaf bên girtin û prîmên sîgorta yên stajeran bên rakirin.
Bêkariya li Fransayê, ji sala 2011'an û vir ve, hin îstîsna ne di nav de, her tim zêde dibe. Bi giştî 6 mîlyon kes bi giştî yan jî çend saetan dixebitin, bêkar in. Françoîs Hollande yê di sala 2012'an de hat hilbijartin, soz dabû ku heta dawiya sala 2013'an ew ê bêkariyê kêm bike. Tê payîn ku bêkariya li vî welatî herî zû di nîvê duyemîn ê îsal de dest bi kêmbûyînê bike.