Buhayê petrola WTI di asta herî nizm a 12 salên dawî de ye
Buhayê petrolê ku di salên dawî de kêm bû û bandoreke kûr li aboriya welatên hilberîner kir, her kêm dibe.
Buhayê petrolê ku di salên dawî de kêm bû û bandoreke kûr li aboriya welatên hilberîner kir, her kêm dibe.
Buhayê petrolê ku di salên dawî de kêm bû û bandoreke kûr li aboriya welatên hilberîner kir, her kêm dibe. Di Borsa New Yorkê de buhayê petola xav a Teksasê (WTI) daket asta herî nizm a 12 salên dawî.
Di Borsa Nymexê de, bi şertê di meha Sibatê de bê teslîmkirin, buhayê kirîna petrola WTI bi 1 dolar 75 sentan kêm bû û daket asta 31 dolar 41 sentî. Buhayê di girtina borsayê de nîşan dide ku daketiye asta herî nizm a ji sala 2003'an û vir de. Buhayê petorla WTI hefteya derbasbûyî ji sedî 10 kêm bûbû.
Ji ber bendewariyên kêmkirina aboriya Çînê, endîşeya kêmbûna sîparîşên petrolê bandorê li kêmbûna buhayê petrolê dike. Kêmbûna buhayê petrolê herî zêde bandorê li aboriya Rûsya û Erebîstana Siûdî dike, ku ev her du welat herî zêde îxracata petrolê dikin.