Nerazîbûna Şîan a li hemberî xanedana Siûdiyan didome
Li herêmên rojhilatê Erebîstanê ku piraniya şêniyên wê Şîa ne, girseyên gel nerazîbûn nîşanî malbatên Siûdî dan.
Li herêmên rojhilatê Erebîstanê ku piraniya şêniyên wê Şîa ne, girseyên gel nerazîbûn nîşanî malbatên Siûdî dan.
Aloziya ji ber darvekirina lîderê Şîa Nemr el Nemr rû da, nearzîbûna Şîan a li Erebîstana Siûdî li dijî rejîmê dewam dike. Di çalakiyên berfireh ên li rojhilatê welêt de dirûşmên "Ji Siûdiyan re mirin" hatin qîrîn.
Li herêmên rojhilatê Erebîstanê ku piraniya şêniyên wê Şîa ne, girseyên gel nerazîbûn nîşanî malbatên Siûdî dan. Girseya gel a li bajarê Awamiya civiya, ku ev bajar cihê ji dayikbûna Nemr Bakir el Nemr e, li nava kolanan lastîk şewitand û agir ber da konteynerên çopê. Di çalakiya ku bê navber dirûşmên li dijî malbata Siûdî hatin qîrîn de, hat ragihandin ku pevçûn derneketiye.
Di çalakiyên li bajarê Awamiya de, tevî alên reş, her wiha posterên El Nemr ê hat îdamkirin, hatin hilgirtin.
Li bajarên Qatîf û Awamiya yên piraniya şêniyên wê Şîa ne, di sala 2011'an de jî li hemberî xanedana Siûdiyan xwepêşandan hatibû lidarxistin. El Nemr, di nava civaka Şîa de weke navekî aştîxwaz bi rêzdarî dihat pêşwazîkirin.