Navenda fînansê ya DAIŞ'ê ya li Mûsilê hat bombekirin

Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA, avahiyeke li Mûsilê ku pereyekî zêde yê DAIŞ'ê lê bû, bombe kirin.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya DYA Ben Tîsdale di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrîşê de got, "DAIŞ'ê avahiya pereyekî zêde lê belav kir, ji bo fînansmana xebatên xwe yên terorê bi kar dianî."

Qenala televîzyonê CNN jî di nûçeya xwe ya agahiyên wê dispart rayedarên Pentagonê de diyar kir, ku di sibeha Yekşemê de du bombeyên 900 kîloyî li avahiya ku pereyekî zêde yê DAIŞ'ê tê debû barandiye û ev avahiya li Mûsilê hatiye rûxandin.

Rayedarên DYA'yî diyar kirin ku ji bo xerakirina avahiya li herêmeke sivîl jî lê dijiyan, 'ji ber girîngiya hedefê' mirina sivîlan jî dane ber çavan û ji ber êrîşê dibe ku ji 5 heta 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dabin.