Sînorên YE li heywanen bejî jî girtî ne!

Tedbîrên awarte yên Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşîgirtina li pêla penaberan li ser sînorên welatên endam hatine girtin, bandoreke neyînî li jiyana xwezayî jî dikin.

Hema hema tevahiya sînorê li rojhilatê Yekîtiya Ewropayê (YE), seranserî bi têlên bi elektrîk û bi jîlet hatiye girtin. Ev tedbîrên li hemberî penaberên ji şer reviyane hatin girtin, di heman demê de rêyên koçkirinê yên heywanên bejî jî girtine.

Li gorî encama lêkolînên pisporên Zanîngeha Zagreb a Xirvatîstanê têlên li ser sînorê Slovenya û Xirvatîstanê hatine bicihkirin, rêya koça salane ya pezkoviyên li herêmê girtiye. Ji Zanıngeha Zagrebê Magda Sîndîcîc da xuyakirin, ku gur û werşeqên ku bi pezkoviyan re ji herêmên bilind xwe ber didin jêrê, pirsgirêka xwarinê dijîn. Sîndîcîc diyar kir ku ev rewş bi taybetî bandoreke neyînî li werşeqên kêm mane dike.

Sîndîcîc da zanîn ku hirç jî li qadee berfireh a navbera gelek welatên Balkanan digerin û niha mîna mirovan jiyana bejî jî di nava sînorên neteweyî-siyasî de tê ragirtin.

Parêzvanên jiyana xwezayî dixwazin, dîwarên pêşî li vê koçê vediek, werin rakirin. Bi vê armancê Rêxistina Parastina Xwezayê ya Navneteweyî û Fona Jiyana Bejî nameyek ji Komîsyona Ewropayê re nivîsandin û jê xwestin ku ji bo parastina heywanên bejî, Yekîtiya Ewropa van dîwaran rake.