Ji Macarîstanê îşkenceya dersînorkirina bi sedan penaberan

Li Macarîstanê, ku di demsalên payîz û zivistanê de bi deh hezaran penaber ji ser sînor vegerand, li hemberî penaberên xwe gihandin nava vî welatî jî, îşkenceya dadgeriyê tê kirin.

Li Macarîstanê, ku di demsalên payîz û zivistanê de bi deh hezaran penaber ji ser sînor vegerand, li hemberî penaberên xwe gihandin nava vî welatî jî, îşkenceya dadgeriyê tê kirin. Tê gotin ku 800 ji penaberên xwe gihandine vî welatî tên darizandin û bi mehan bi awayekî bêwate li girtîgeheke dersînorkirinê hatine mehkûmkirin.

Beşeke girîng a 1 mîlyon penaberên di mehên payîzê de di ser Balkanan re derbasî Ewropayê bûn, Macarîstan weke cihekî transît bi kar anî bûn. Tevî ku Macarîstan bi tenê ji bo derbasbûnê tê bikaranîn jî, hikûmeta vî welatî bi têlên li ser sînorê xwe raxistî re pêşî li penaberan digire.

Li gel vê rewşê, hikûmeta Macarîstanê bi rêya dadgeriyê bi awayekî bêwate penaberan mehkûmî girtîgehê dike. 800 ji penaberên heta niha têlên li ser sînor derbas kirin û xwe gihandin vî welatî ketin ber dozê. Li 770 ji van cezayê dersînorkirinê hat birîn.

Lê belê piraniya penaberan ji Sirbîstanê tên û ji ber ku ev welat vegerandina penaberan qebûl nake, penaber li girtîgehên dersînorkirinê tên ragirtin. Ji ber ku nikarin werin dersînorkirin, piştî bi mehan serbest tên berdan.