Holîganên nîjadperest li Leîpzîgê zerar dan derdorê

Li bajarê Leîpzîg ê li rojhilatê Elmanyayê, çalakiyên dijberên penaberan û xwepêşandanên demokratan hatin lidarxistin.

Li bajarê Leîpzîg ê li rojhilatê Elmanyayê, çalakiyên dijberên penaberan û xwepêşandanên demokratan hatin lidarxistin. Danê êvarê jî komek ji holîganên rastgir ên ji 250 kesî, gelek wesayîtên li bajêr şewitandin, şibakeyên bi dehan mal û kargehan şikandin.

Baskê tevgera nîjadperest Pegîda yê Leîpzîgê Legîda, bi beşdariya 3 hezar 500 kesî çalakiya salvegerê lidar xist. Nîjadperestên ku bûyerên şeva sersalê ya li Kolnê ji xwe re kirin bahane, pankartên bi nivîsên li dijî hatina penaberan, hilgirtin.

Di dema meşê de nîjadperestan dirûşmên "Dersînor bikin", "Divê Merkel biçe" qîriyan.

Bi hezaran kesên nerazîbûn nîşanî çalakiya Legîda dan, li ser banga însiyatîfa bi navê 'Dûrchgezaehlt' meşiyan. Şaredarê Leîpzîgê Bûrkhard Jûng û Wezîrê Edaletê yê Eyaleta Sachsen ê ji Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Sebatîan Gemkow jî beşdarî vê xwepêşandanê bûn.

Li aliyê din, piştî meşa Legîda komek ji 250 holîganên nîjadperest li taxa Connewîtzê, zerar dan wesayît û dikanên li derdorê. Holîganên nîjadperest bi dehan wesayîtên li vê taxê şewitandin, camên gelek kargeh, banka û otobusan şikandin.

Polîsên Leîpzîgê dest li bûyeran werdan û diyar kirin rewş hatiye kontrolkirin.