Li Katalonyayê hikûmeteke nû ya alîgirê serxwebûnê ava bû
Li Katalonyayê, partiyên alîgirên serxwebûnê yên di hilbijartinên Îlonê de bi ser ketin, bêyî ku pêwîstiyê bi hilbijartineke pêşwext bibînin, li ser avakirina hikûmeta nû li hev kirin.
Li Katalonyayê, partiyên alîgirên serxwebûnê yên di hilbijartinên Îlonê de bi ser ketin, bêyî ku pêwîstiyê bi hilbijartineke pêşwext bibînin, li ser avakirina hikûmeta nû li hev kirin.
Li Katalonyayê, partiyên alîgirên serxwebûnê yên di hilbijartinên Îlonê de bi ser ketin, bêyî ku pêwîstiyê bi hilbijartineke pêşwext bibînin, li ser avakirina hikûmeta nû li hev kirin. Piştî ku Serokê Herêma Xweser Artûr Mas xwe ji namzetiyê vekişand, Serokê Şaredariya Geronayê Carles Pûîgdemont weke Serokwezîrê hikûmeta xweser hat hilbijartin.
Di dengdayîna li Parlamenta Xweser a Katalonyayê de, Pûîgdemont ji 70 parlamenteran dengê 'erê' wergirt. 63 parlamenteran jî dengê dijber bi kar anîn. Di 2 parlamenter bê alî man û di encamê de Pûîgdemont wê weke Serok, hikûmeta nû bi rê ve bibe.
Carles Pûîgdemont da xuyakirin ku armanca hikûmeta nû, serxwebûna Katalonyayê ye û destnîşan kir, ku ew ê ji bo vê armancê bixebitin.
Di daxuyaniya hikûmeta navendî ya Spanyayê de jî hat ragihandin, ku ew ê destûrê nedin serxwebûna Katalonyayê. Serokwezîr Marîano Rajoy got, "Bila dilê Spanyayiyan rehet be. Katalonya wê serbixwe nebe."
Li Katalonyayê, ku ji aliyê aborî ve herêma herî xurt a Spanyayê ye, di hilbijartinên herêmî yên meha Îlonê de tifaqa partiyên alîgirê serxwqebûnê 'Junts pel Si' û çep a radîkal CUP piraniya dengan wergirtibûn. Piştî hilbijartinê hikûmet ava nebûbû û piştî ku Serokê Herêmê Artûr Mas ji bo Carles Pûîgdemont xwe ji namzetiyê vekişand, pêşî li hilbijartina pêşwext hat girtin.
Di sala 2014'an de referandûma serxwebûnê ya ku dihat xwestin li Katalonyayê pêk were, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê ve hatibû redkirin. Lê belê di referandûma sembolîk de piraniya beşdaran dengê xwe ji bo serxwebûnê bi kar anî bûn.
Li Katalonya ji 7 mîlyon kesî, Carles Pûîgdemont ê 53 salî yê hikûmet ava kir, di sala 1998'an de yek ji rojnamevanên ku Ajansa Nûçeyan a Katalon ava kiriye bû. Pûîgdemont di heman demê de rêveberê rojnameya Catalonia Today a bi zimanê Îngilîzî tê weşandin, bû. Mîna Artûr Mas, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Lîberal (CDC) a ku pêkhateya Junts pel Si ye.