Hat îdîakirin balafirên Siûdî li Serfaretxaneya Îranê xistine
Rêveberiya Tehranê ragihand ku avahiya Sefaretxaneya wan a li Yemenê ji aliyê balafirên Erebîstana Siûdî ve hatiye bombekirin.
Rêveberiya Tehranê ragihand ku avahiya Sefaretxaneya wan a li Yemenê ji aliyê balafirên Erebîstana Siûdî ve hatiye bombekirin.
Îranê da xuyakirin, ku avahiya sefaretxaneya wan a li Sanayê, ji aliyê balafirên şer ên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ve hatiye bombekirin. Koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî jî îdîa kir ku jetên wan li hedefên Hûsiyan dane û ragihand, ku ew ê îdîayan lêkolîn bikin.
Îranê, ku ji ber bûyerên piştî îdamkirina lîderê olî yê Şîa Nîmr el Nîmr têkiliyên xwe yên dîplomatîk û aboriyê yên bi Erebîstana Siûdî re qut kir, bi daxuyaniyekê ragihand ku jetên Siûdî duh bi şev bombe li avahiya Sefaretxaneya wan a li paytexta Yemen Sanayê barandine. Li gorî qenala dewletê IRIB, Berdevkê Wezareta Karên Derve Huseyîn Cebîr Enserî got, "Ev tevgera ku Siûdî Erebîstan pêkanî li dijî hemû konvasyonên navneteweyî yên ku hemû mîsyonên dîplomatîk diparêzin e."
Ensarî diyar kir ku Hikûmeta Siûdî ji birîndarbûna hemû personel û ziyana gihiştî avahiyê berpirsyar e.