Li Elmanyayê, ku bi hatina bi sed hezaran penaberan re pirsgirêkeke cidî ya stargehê derket holê, hikûmet alîgir e ku bajarên penaber lê bijîn ji aliyê dewletê ve werin diyarkirin.
Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat û Alîkarê Serokwezîr Sîgmar Gabrîel ji televîzyona ARD re axivî û diyar ku ew alîgir in, bajarên penaber lê bimînin, ji aliyê dewletê ve bên destnîşankirin. Gabrîel anî ziman ku di rewşeke berevajî de ew ê nikaribin pêşî li bicihbûna penaberan li bajarên mezin bigirin û îdîa kir ku ev yek jî wê 'pirsgirêka gettobûyînê' bi xwe re bîne.
Ev daxwaza Sîgmar Gabrîel ji aliyê Serokwezîr Angela Merkel ve jî hatibû bilêvkirin. Merkel di civîna rêveberiya partiya xwe ya li Maînzê de dabû xuyakirin, ku ew alîgir in; bi sed hezaran penaber bi awayekî wekhev li bajaran werin belavkirin û bajarên lê bijîn ji aliyê dewletê ve werin diyarkirin.
Sîgmar Gabrîel da zanîn, ku ji bo entegrasyona penaberan di mijarên perwerde û ahengiyê de pêwîstiya wan hîn bêhtir bi projeyan hene û diyar kir ku divê tedbîrên weke 'eger sûcên krîmînal were kirin, divê mafê mayînê were betalkirin' bên girtin. Gabrîel destnîşan kir, ku ji ber sûcên diziyê, wê penaber ji welatên xwe rêveberiyên dîktatoryal re neyên şandin."