Rojnameya Suddeutsche ji ber serenavê nûçeya xwe lêborîn xwest

Li Elmanyayê, piştî êrîşa zayendîparêz a li Kolnê di sersalê de rû da, gotinên nîjadperestî yên li dijî koçberan dewam dikin. Rojnameya Suddeutsche jî ji ber ku serenavê zayendîparêz-nîjadperest bi kar anî, neçar ma lêborînê bixwaze.

Li Elmanyayê, piştî êrîşa zayendîparêz a li Kolnê di sersalê de rû da, gotinên nîjadperestî yên li dijî koçberan dewam dikin. Rojnameya Suddeutsche jî ji ber ku serenavê zayendîparêz-nîjadperest bi kar anî, neçar ma lêborînê bixwaze. Lê kovara Focûs daxwaza lêborînê ya ji ber serenavekî bi heman rengî, qebûl nake.

Di şeva 31'ê Kanûnê de, di dema pîrozbahiyên li ber Gara Trenê ya li Kolnê de, komeke ku tê gotin hejmara wan bi sedan kes bû bi fîşekên hewayî êrîşî kesên pîrozbahî lidar dixistin kirin û destdirêjî li jinan kiribûn. Ji ber ku piraniya kesên di vê komê de ji penaberan an jî koçberan pêk dihat, nîqaşên li ser koçberan bû rojeva sereke ya li vî welatî.

Roja Şemiyê rojnameya Suddeutsche Zeitung û kovara Focus, du serenavên ku heqaretê li biyaniyan dikin, bi kar anî bûn. Di wêneyekî li rûpela bingehîn a rojnameya Suddeutsche Zeitung de hat weşandin, destekî reş êrîşî herêmên mehrem a jineke bi rengê spî dike, hatibû nîşandan. Kovara Focus jî di wêneyekî de nîşan da ku jineke por zer, tevî şopên gemarî yên ji ber destekî reş, hewl dida bi destên xwe bedena xwe biparêze.

Di van her du serenavan de mijara 'jinên spî bi êrîşa destên reş re rû bi rû ne' hat nîşandan. Vê yekê di medya civakî de rê li ber nerazîbûnên cidî vekiribû.

Berpirsyarê Weşana Giştî ya rojnameya Suddeutsche Zeitung Wolfgang Krach li ser nerazîbûnan daxuyaniyek da û mukur hat ku nûçeya wan rastî nerazîbûna gelek xwendevanan hatiye. Krach da zanîn ku ev yek ji aliyê xwendekavanan ve weke 'nîjadperest û zayendîparêz' hatiye dîtin û ji ber serenavê vê nûçeya xwe, lêborîn ji xwendevanan xwest.

Lê Kovara Focus lêborîn nexwest. Kovar ji aliyê gelek nivîskarên jin ve hat protestokirin.